8. Adarê 2020 rojê şoreşa jin – bangê li ser grev
Emê grevê bigrin, dunya bidin sekinandin!
Em dengê xwe bilind dikin. Jin! Di 8. Adarê de werin cem hev! werin grevê!
Komitê a greva jinan a Kolnê kom buye, bila îsal di rojê şoreşa jin de, di nav haraketa internasyonal a grev a jinan, cî bigre. Jin; jinên hemcînsger, mirovên „nonbinary“ û mirovê transexuel (FLINT), herroj jibo heq û azadîya xwe tekoşîn dikin. Îro em dixwazin hun werin cem hev, pişta hev du bigrin.
Kîne em? Em Femînistin, „queer“, û dijî nijadparaztî.
Em qebul nakin sîstemên koledarî dijî hemu jin/FLINT, bibe di nav malan an jî di nav fabriqe û kargehan.
Em bi hêrsin. Di vî salê 2020 de, li almanyê, li vî dunyê, jin hîn bindeste, hîn mecbure jibo azadî û heqê xwe berxwede û bikevê şoreşê.
Îsal em dixwazin bala xwe bidin karê jinan, karê ku tê dîtin, karê ku nayê dîtin, karê bi meaş, karê bê meaş. Jin jibo civak kar dikin, û karê wan jibo saxiya civakê giringe: malan, zarok û kalan xwedî dikin. Lêbes, sîstema ekonomik a koledarî vî karê jinan nabîne, heqê jinan helal nake. Jin jibo vî karê meaş nagrin. Bi serde, jin ji karên xwe li nav malê xilas nabin, nikanin li derve pere qezençkin. Ev neheqî em qebul nakin. Em dixwazin vî neheqîyê îşarê bikin. Bes daxwazên me gelekin. Emê daxwazên xwe di rojê 8. adarê de serbest û bi hêz bidin ber çavan.
Êdî bese! Emê grevê bigrin!
Daxwazên me:
• Qanûn divê jin ji zorê mêran biparêze. Sitar û destek jibo jîyana bêxem.
• Mirov li ber cinsê xwe, kok an dînê xwe, di alîyekî jîyanê de were kemxistin, emê vî qebul nakin.
• Em dixwazin mafê jin li ser xwebatê, xwendinê, mayînê, xizmetên sosyal û tendurustî. Mafê wekhevî jibo hemû jinên Penaber.
• Iltica jibo jinên penaber, ku welatê xwede jiber jinbunê jîyana bêxem nabînin.
• Destek û xizmetên sosyal jibo jinên bêkes.
• Meaş jibo karên malê, û xwedîkirîna zarok û kalan.
• Jinên karker dinav kargehan wek mêr kar dikin, divê meaşê wan eynî weki meaşê mêran be.
• Divê hemu zarok li zarokxane yên dewletê cî bin.
• Dewlet divê jinan ji leşfiroştinê zordaî biparêze.
• Kurtaj heqê jinane, biryarê divê bixwe bidin. Dewlet di her alîde mecbûre biryara jin qebul bike.
Êdî bese, werin em hemû bihevre dengê xwe rakin û bêjin: Em dixwazin serxwebuna jin. Di rojê 8. Adarê de werin meşê! Werin, hemu werin, bana hevalên xwe kin, zarokên xwe jî bînin, dayika xwe jî bînin.
Ev rojê 8. Adarê rojê grevê ye. Em karên xwe ên male datînin, derdikevin meşê. Bila herkes bizane ku: jin melêde nebî, mal xirabeye.
8. Adar 2020 rojê şoreşa jin – bangê li ser grev